Koalîsyona Ereb: Li Maribê 92 Hûsî hatin kustin

Koalîsyona Ereb: Li Maribê 92 Hûsî hatin kustin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdiyê SPA yê; hêzên koalîsyonê bi awayeka nivîskî ragihandiye ku koalisyona Ereb di nav 24 si’etên dawiyê de li hemberê Hûsiyê ku Îranê destekê dide wan, li bajarê Maribê, li rojavaye wê, li herêmên El- Kesara û El-Cewbeyê 31 operasyon kirine.

Di operasyonan de 16 alavên leşkerî yên Hûsiyan roxandine û 92 mîlîsên Hûsiyan kuştine. Li aliyê dinê ji navenda medya artêşa Yemenê hatiye ragihandin ku artêş êrîşên Hûsiyan yên li Maribê dane rawestandin û di navbera terefan de şerekî dijwar dewam dike.

Heya niha ji aliyê Hûsiyan de ti daxwuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin