Koça xelkê giha 350 hezarî

Koça xelkê giha 350 hezarî

PeyamaKurd- Piştî ku rejîm û hevalbendên xwe êrîşê birin ser bajarê Derayê, xelkê bajêr direve û ber sîrorên Urdun û Îsraîlê de diçe. Li ser sînor germahiya hewayê, li ber siye 45 dereceye û ba ya ku ji çolê ve tê, şert û mercên jiyana koçberan dijwartir dike.

Di şertên jiyana koçberan de av, xwarin û ciyên razanê sê tiştên girîngin ku her sê jî tine ne an zor kêm in. Urdun berê ragihandibû ku koçberên tên ser sînorê wan, bi sedema ku wan nasnake û nizane kî di nava wan de ne, rê nade ku herin nava sînorê Urdunê. Lê Urdun îznê dide ku rêxistinên sîvîl da di ser welatê wan de alîkariyê bigihîne nava Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin