PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bi mijara Afxanistanê civiya. Di civînê de biryarê da ku piştî Amerîka ji Kabîlê vekişe divê bilez û bi ewlehî balafirgeh ji nûh de vebe. Pêşniyar ji aliyê Amerîka, Fransa û Îngîltere de hat dayîn ku divê Afxanî û biyaniyên bixwazin ji Afxanistanê derên, bi rêya hewayî an bejayiyê îznê bidin wan da bi ewlehî karibin ji welat derên.
Di civînê de di dengdanê de 13 welat destekê dan biryarê lê Rûsya û Çîn xwe paşde dan.
Ji bo biryar qebûl bibe divê ji 15 endaman 9 endam di lehê de deng bidin lê ji endamên daîmî Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngîltere û Fransa yek ji wan biryarê veto bike, nabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin