Konseya Ewlekariya NYyê bi mijara Sûrîyê civiya

Konseya Ewlekariya NYyê bi mijara Sûrîyê civiya

PeyamaKurd - Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser rewşa dawî ya Sûriyê civiya. Nûnerê Taybet yê NYyê bo Sûriyê Geir O. Pedersen konseya bi 15 endam ser rewşa dawî ya Sûriyê agahdar kir.

Geir Pedersen dîyar kir ku Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê dê di 30yê Cotmehê de li Cenevrê kom bibe û da zanîn ku ew bo Sûriyan hêvîyeke nû ye.

Pedersen da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê û komên rikeberîyê ew cara pêşî ye ser gaveke sîyasî li hev dikin.

Nûnerê NYyê got ku wan komîte bi pejirandina yekîtiya axa Sûrîyê û serxwebûna wê çêkiriye.

Hêhayî gotinê ye ku Komîteya Qanûna Bingehîn de 50 ji sazîyên sivîl, 50 ji komên rikeberiyê û 50 jî ji hikûmetê, 150 kes hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin