PeyamaKurd – Serokerkaniya Kore ya Başûr ragihand ku Kore ya Bakûr herî kêm du fuzeyên balistik yên menzîla orte ceribandiye. Wezareta bergiriyê ya Japonya jî got ku Kore ya Bakûr herî kêm fuzeyekî ceribandiye.
Kore ya Bakûr ceribandinên xwe yên fuzeyan dewam dike. Ceribandina fuzeyan ya ji terefê Kore ya Bakûr de, ket piştî ku Kore ya Başûr ku bi Amerîka re tetbîqata hewayî kir û balafirên bombardimanê yên B-1B li nîvgirava Kore bicîh kir, hat kirin. Serokatiya Kore ya Bakûr di mijarê de ragihandineka weha kir:
“Artêşa me ji bo li hemberê provakasyonên zêde xwe amade bike, çavdêriyê û amadebaşiya xwe xwurt kir. Bi xêra hevkariya Kore ya Başûr û Amerîkayê temamê amadekariyên me dewam dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin