PeyamaKurd- Tirkiyê ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî S-400an kirîbû lê nehatibûn avakirin. Bi sedema belavbûna vîrusê, avakirina S-400an dereng ma û niha jî avakirina wan hat paşdexistin.
Biryar ew bû ku di meha nîsanê de S-400 bên bicîhkirin lê bi sedema vîrusê hat paşdexistin. Paşdexistina avakirina an ku aktîvekirina sîstema S-400an, pirsa betalkirina S-400an anî bîra herkesî lê Tirkiyê dibêje wê S-400 her bên avakirin û bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê dibe ku çend meh paşde bikeve.
Mijara S-400an di navbera Tirkiyê Amerîkayê de bûbû sedema gelek pirsgirêkan lê Tirkiye ji kirîna S-400an paşde gav neavêtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin