Kremlînê bersiva îdiayên nukleerî da: Rûsya û Çînê ceribandinên Nukleerî nekirine

Dîroka weşanê :
Kremlînê bersiva îdiayên nukleerî da: Rûsya û Çînê ceribandinên Nukleerî nekirine

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmîtrî Peskov, îro 18ê Sibata 2026an, li Moskowê di civînekê de li gel rojnamevanan, îdiayên li ser ceribandinên nukleerî yên Rûsya û Çînê bi tundî red kirin.

Peskov diyar kir ku her çend di medyaya navneteweyî de hin nûçe hatine belavkirin, lê ne Rûsya û ne jî Çînê tu ceribandinên nukleerî pêk neanîne.

Peskov bal kişand ser danûstandinên sêalî yên li Swîsreyê di navbera Rûsya, DYA û Ûkraynayê de ku armanc çareserkirina krîza heyî ye.

Wî destnîşan kir ku Serok Vladimîr Pûtîn Putin bi berdewamî tê agahdarkirin, lê got:

Hîn zû ye ku em nirxandinekê li ser encamên van hevdîtinan bikin. Guhdarîkirina spekulasyonan xelet e."

Derbarê alîkariyên sotemeniyê yên ji bo Kubayê, Peskov got ku ev têkilî daxwaza wan a dostaniyê ye û pêwendiya wê bi têkiliyên Moskow-Washingtonê re nîne. Di heman demê de, Peskov eşkere kir ku Rûsya amade ye ji Îranê ûranyûma dewlemendkirî bikire, lê ev yek bi encamên danûstandinên nukleerî yên di navbera Tehran û Washingtonê de ve girêdayî ye.

Peskov careke din dubare kir ku Rûsya li dijî dorpêçên li ser Kubayê ye û wekî "dostekî demên dijwar" dê piştgiriya xwe ya ji bo Havana berdewam bike. Ev daxuyanî di demekê de tên ku dîplomasiya nukleerî li cîhanê ketiye qonaxeke gelekî nazik û her sê aktorên mezin (Rûsya, DYA, Çîn) di nav rikberiyeke tund de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin