Kremlînê pistrast kir: Koska Pûtîn rastî êrîsa dronan hat!

Kremlînê pistrast kir: Koska Pûtîn rastî êrîsa dronan hat!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koşka serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Kremlînê, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve rastî hewla êrîşa bi dronan hatiye.

Rayedarên Kremlînê êrîş piştrast kirin û ragihandin, şeva borî bi du balafirên bêpîlot hewla êrîşê hatiye dayîn, lê sîstema berevaniya Kremlînê ew dron beriya êrîş bikin, têk dane.

Kremlînê, hewla êrîşê wekî êrîşeke suîqesta Pûtîn a terorî bi nav kir û diyar kir ku ti ziyanek negihîştiye Pûtîn.

Li aliyê din Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihandiye ku piştî hewla êrîşê di bernameya xebatê ya Pûtîn de ti guherînek nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin