Krîza DYA-Îranê: Balafirgeha Sofyayê ji bo geştên hewayî hat girtin

Dîroka weşanê :
Krîza DYA-Îranê: Balafirgeha Sofyayê ji bo geştên hewayî hat girtin

PeyamaKurd - Aloziyên leşkerî û dîplomatîk ên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de zêde dibin, ji ber kombûna leşkerî ya mezin a DYAyê li herêma Kendavê, ev yek di civaka navneteweyî de dibe sedema fikarên cidî.

Gelek welatan ji ber îhtîmala destwerdaneke leşkerî hişyarî dan welatiyên xwe ku ji Îranê derkevin.

Balafirgeha Sofyayê li Bulgaristanê di dawiya hefteyê de ji bo geştên sivîl hat girtin û tenê ji bo geştên leşkerî xizmet dikir.

DYAyê dest bi valakirina personelên ji hin baregehên xwe yên leşkerî yên li herêmê kiriye. Li gorî daneyên platforma şopandina geştên hewayî FlightRadar24, Balafirgeha Navneteweyî ya Sofyayê wê di 23 û 24ê Sibatê de tenê ji bo geştên leşkerî vekirî be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin