Zîrwe ya BRICSê destpêkir

Zîrwe ya BRICSê destpêkir

PeyamaKurd- 10 emîn zîrwe ya BRICS ê li welatê Afrîka Başûr destpêkir. Wezîrê karê Sanayî û Bazirganiyê yê Afrîka Başûr Dr. Rob Davies got: “ Wê di zîrweyê de mezinên dewletan û mirovên karsazên dinyayê werin cem hev û li ser mijarên ku li ser dahatûya BRICS ê bandorê bikin, biaxifin.”

Serokê dewleta Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan jî bi sedema ku serokê demkî yê Rêxistina Hevkarî ya Îslamî ye, bi taybetî hat dawetkirin bo zîrweyê. Zîrwe ya 10 emîn BRICS ê ji Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr pêk tê.

Davies ragihand ku di zîrweyê de, di serî de li Afrîka û bi giştî di dinyayê de mijarên enerjiyê, hilberîn, teknolojî, fînans û madenkarî bên axaftin. Zîrwe li navenda bajarê Johannesburg ê tê kirin ku bajêr di welat de bajarê herî bazirganî û sanayiyê ye. Zîrwe dê 3 roj dewam bike.

Welatên BRICSê ji %40 ê nufûsa dinyayê zêdetire û xwediyê aboriya %20 yê temamê dinyayê ye. Hecma endamên wê yê bazirganiya derve bo sala borî 5,9 trîlyon dolar bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin