Polîsê Îranê Kurdekî Rojhilat bi îskencê kust

Polîsê Îranê Kurdekî Rojhilat bi îskencê kust

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatiyekî Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi îşkenceya polîsên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku Nasir Kerîmê 27 salî yê xelkê Bokan a parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bi îşkenceya polîsan hat kuştin.

Hat diyarkirin ku Kerîm 30ê Gulana 2021an ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ew şandibûn girtîgeha Bokanê.

Li gorî zanyariyan Nasir Kerîm dema tê binçavkirin, rastî îşkenceya giran a polîsên Îranê hatiye û ji ber ku ew nebirine nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin