Serok Barzanî û Osman Baydemîr li Selaheddînê hevdîtinek pêk anîn

Serok Barzanî û Osman Baydemîr li Selaheddînê hevdîtinek pêk anîn

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd ê bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir.

Li gor Malpera fermî ya Serok Barzanî, Serok Mesûd Barzanî û Osman Baydemir  li Selahedînê civiyane.

Di civînê de Serok û Barzanî û Osman Baydemir li ser rewşa giştî ya herêmê û gûhertinên dawî û pêşhatên guftûgo kirin.

Derbarê civîna Serok Barzanî û Osman Baydemir de ev daxuyanî hat belavkirin:

Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwazî li kesayetî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.

Li vê hevdîtinê de rewşa giştî ya herêmê û gûhertinên dawî û pêşhatên siyasî xistin ber behs û di derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peyama aştiyaneya gelê Kurdistanê û li ber girtina rêya diyalog û hevdû têgihiştinên ji bo çareseriya kêşeyan kirin.

Li beşekî dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr de, nêzîkbûna aliyên Kurdan û gotara aştîxwazaneya hevbeşa neteweyî bi pêwîst hate zanîn.


Namzedê hevserokatiya HDPê: Divê Serok Barzanî ji bo yekîtiyê bikeve dewrê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin