PeyamaKurd - Hat ragihandin ku doh 15ê Tîrmehê hêzên rejîma îranê li ser pira Du Aw ya li herêma Newsud a bi ser parêzgeha Kirmaşanê ve, komek kolber binçav kirin û piştre jî îşkence li wan hat kirin.
Çavkaniyekê ji Kolbernewsê re ragihandiye, hêzên rejîmê di dema binçavkirinê de îşkence li kolberên bi navê Xalid Suleymanî, Enwer Muardî û Xelîl Mehmudî kirine.
Hat zanîn ku kolberên hatine îşkencekirin, bi giranî birîndar bûne.
Herwiha hat gotin ku kolberekî temen mezin jî hatiye binçavkirin û îşkence lê kirine û ji ser hişê xwe çûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin