PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hefteya borî doza girtinê lê hat vekirin, di nav xwe li ser mayîna di siyasetê de û alternatîfên ketina hilbijartinên dahatûyê guftûgoyên xwe berdewam dike.
HDP li hember biryareke girtinê amadekariyên xwe dike û niha li gorî zanyariyan modela hilbijartinên sala 1994an ya DEP û SHPê dinirxîne. Wê demê ji ber benda hilbijartinê lîsteya SHPê Kurd ketibûn parlamentoya Tirkiyê û piştre cuda bûbûn derbasî partiya xwe bûbûn.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) piştî serlêdana serdozgeriyê ya daxwaza girtina partiyê, li ser lêkolîna doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 31 Adarê dicive û li ser qebûlkirin yan jî qebûl nekirina doznameya HDPê biryarê bide.
Heger biryar were dayîn wê AYM rapora raportorê AYMê ya derbarê doznameyê de li ber çavan bigire û ji bo parastina xwe bike teblîxat ji HDPê re bê şandin û piştî parastina HDPê jî ji bo biryarê bidin mutaalaya xwe amade bikin.
Ji bo AYM biryara girtinê bide HDPê divê ji 15 dadgeran 10 jê dengê “belê” bidin û AYM dikare qedexeya siyasetê jî binirxîne. Heke biryara girtinê neyê dayîn, nirxandina qedexeya siyasetê jî nayê nirxandin. Lê ji bo ji alîkariya xezîneyê bê par bê hiştin dengên 8 endamên AYMê yên “belê” bes in.
Hat ragihandin ku Komîsyona Hiqûqê ya HDPê li dijî vekirina doza girtina partiyê di nava amadekariyên berfireh de ye û çav li rê ye piştî guftûgoyên berfireh li hember girtina HDPê biryarek ji bo beşdarbûna hilbijartinên 2023yan bê dayîn.
Li gorî agahiyên ajansa Mezopotamyayê belav kirine, rayedarên HDPê li ser gotûbêj dikin ku heke partî were girtin derbasî partiyeke mûxalîf bibin û li dijî desthilatê alternatîfa mûxalefeteke demokratik pêk bînin. Li dijî konsepta desthilatê ya 1994ê HDPê dest bi lêkolîna li ser mînakên hilbijartinên 1991ê yên tifaqa DEP û SHPê kiriye û ji bo vê jî stratejiya HDPê ya 31ê Adarê û bangên têkoşîna hevpar referans hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin