PeyamaKurd – Du roj berê ji aliyê hejmarek aware û girtiyên li Kampa Holê ala DAIŞê di nava kampê de bilind kirin. Hêzên asayîşê ew ala DAIŞê anîn xwarê û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirin.
Li gorî wêne û dîmenên vîdeoyî yên ku l iser medyaya civakî hatine belavkirin ala DAIŞê li ser stûneke ceryanê ya li nava kampê hatiye kirin.
Piştî ku rêveberî û hêzên ewlehiya kampê ji bûyerê haydar dibin, hêzên asayîşê ew ala DAIŞê tînin xwarê û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirin.
Kampa Holê ya koçberan 400 kîlometre dikeve rojhilatê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê. Piraniya kesên li kampê çekdarên girtî, jin û zarokên DAIŞê ne.
Kampa Holê berî şerê Baxozê yê rojhilatê Dêrezora Sûriyê û bidawîbûna DAIŞê nêzîkê 15 hezar koçber lê hebûn, lê anîna çekdarên DAIŞê ên dîlgirtî û jin û zarokên wan, wiha kir ku hejmara akinciyên kampê ji 70 hezar kesan derbas bibe, ji sedî 90 jin û zarok in, 20 hezar zarok Sûrî ne, 9 hezar jî Iraqî ne û yên din ji 62 welatên biyanî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin