Pûtîn bi telefonê spasiya Trump kir…

Pûtîn bi telefonê spasiya Trump kir…

PeyamaKurd – Koşka Kremlîn a Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi sedema dayîna îstixbarata plana êrîşeke terorî bi rêya telefonê spasiya xwe li Serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye.

Li gorî daxuyanîya Kremlînê, îstîxbarata Navendî ya Amerîka, agahî daye îstîxbarata Rûsya ku 2 welatîyên Rûsî, plan dikin şeva sersalê li bajarê St. Petersgburgê êrîşeke terorî pêk bînin.

Ajansa Tass ya Rûsî jî ragihand ku, îstîxbarata Rûsî FSB, herdu gûmanbar girtine û plana wan jî hatiye bidestxistin.

Kremlînê ragihand ku, Serokê Rûsya Putîn li ser vê yekê roja yekşemê telefonî Trump kir û ji bo agahdarkirinê spasîya xwe lê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin