PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên li Rojavayê Kurdistanê bi duxayineyekê ragihand, hêzên wan heta niha li Kampa Holê, 700 hewildanên revê yên malbatên DAIŞê têk birine.
Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê Elî Hesen bi daxuyaniyekê ragihand, piştî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hewildanên malbatên DAÎŞê ji bo revê zêdetir bûne û heta niha wan 700 hewildanên Revê yên malbatên DAÎŞê têk birine û 100 kesên ku alîkariya wan malbatan ji bo revê kirine jî hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye, di Kampa Holê ya 45 kîlometran dikeve bakurê bajarê Hesekê de, bi deh hezaran çekdar û malbatên DAIŞê hene ku piştî têkbirina DAIŞê li wir hatine bicihkirin û niha wekî pirseke navdewletî li benda çareseriyekê ye.
Li gorî amaran li Kampa Holê 69 hezar koçberên Iraqê û Sûriyê hene û herwiha ji wan 40 hezar kes malbatên DAÎŞê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin