PeyamaKurd – Di Hezîrana 2014an de piştî çekdarên rêxistina DAIŞê Mûsil kontrol kirin dest danibûn ser avahiya Balyozxaneya Giştî ya Tirkiyê li Mûsilê û karmendên wê jî dîlgirtibûn. Piştî vê bûyerê, dîsa li Mûsilê serlêdanên bo vîzeya Tirkiyê destpê dikin.
Li gor ajansa fermî ya Hikûmeta Iraqê INAyê, Balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê ragihand, li bajarê Mûsilê ji 13ê Îlona 2020an ve serlêdanên bo vîzeya Tirkiyê destpê dikin.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê de hat diyarkirin, ji bo hemwelatiyên Iraqî ku bi hêsantir serdana vîzeya Tirkiyê bikin, kompaniyeke taybet dê li Mûsilê were damezrandin û serlêdanên bo vîzeyê qebûl bike.
Balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê pêştir ragihandibû, di 19ê Tîrmehê de li Mûsilê ji bo serlêdanê vîzeya Tirkiyê dê navendek were vekirin.
Balyozxaneya Tirkiyê ya Iraqê pêştir jî ji bo herdu parêzgehên Kerkûk û Besrayê heman hêsankarî kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin