‘Dê Amerîka hêzên ji Sûriyê vekisîne li Kerkûkê bicih bike’

‘Dê Amerîka hêzên ji Sûriyê vekisîne li Kerkûkê bicih bike’

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Peşmerge yê Eniya Pirdê Nûrî Heme Elî ragihand ku Amerîka dixwaze hêzên xwe li baregeha Keywan 1ê ku 16ê Cotmeha 2017an ketibû jêr kontrola hêzên Iraqê bicih bibe.

Nûrî Heme Elî ji televizyoneke Kurdistanê re li ser mijarê daxuyakirin, “Amerîkayê  xwest ku baregeha leşkerî ya Keywanê bidin wan.”

Heme Elî da zanîn ku hêzên Amerîkî yên li wê baregehê werin bicihkirin dê yekîneyên li Enbarê û yên ji Sûriyê werin vekişandin bin.

Fermandarê Pêşmerge diyar kir ku dê bicihbûna leşkerên Amerîkayê bandoreke erênî li ser başkirina pêwendiyên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bike.

Heme Elî herwiha daxuyakirin ku ew ligel hêzên hevpeymaniyê xebateke hevbeş dimeşînin ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û derxistina hêzên ji derve hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin