Rêberê Kurd Dr. Qasimlo 31 sal berê wek îro bi bêbextî hat qetilkirin

Rêberê Kurd Dr. Qasimlo 31 sal berê wek îro bi bêbextî hat qetilkirin

PeyamaKurd - Îro salvegera Rêberê Kurd yê navdar Dr. Abdurraham Qasimlo ye. Dr. Qasimlo 31 sal bere, di 13ê Tîrmeha 1989’an da, li Vîyanayê ji aliye sîxurên Îranê ve hatibû kuştin.

Dr. Qasimlo di 22ê berfanbara 1930an da, di nav malbatek dewlemend û navdar ya Rojhilatê Kurdistanê da ji dayik bû. Di sala 1945an da li Ûrmiyê bi pêkanîna Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê yê Îranê tevlî xebatên siyasî bû. Piştî têkçûna Komara Mahabad dîsa bi hevalên xwe ra dest bi xebatên siyasî dike û bi awayekî fermî dibe endamê Hizbî Demokratî Kurdistan. Di sala 1948an da, bo perwerdehiyê diçe Fransayê û li wir Kamûran Bedirxan nas dike.

Piştî demek kin bo xwendina di warê siyasî-civakî,  diçe Çekoslavakyayê. Xwendina xwe diqedîne pêv, dema desthilatdariya Museddiq da vedigere Îranê. Li wir di xebata li dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rejîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih digre. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Piştî ku pênc salan li dijî emperyalîzmê xebitî, Dr. Qasimlo careke din vegeriya Çekoslovakya û di sala 1962'an de ji zanîngeha Pragê, doktora xwe ya di warê aboriyê da distîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970'an wek mamoste di zanîngeha Pragê da li ser aboriya kapîtalîstî, aboriya sosyalîstî û li ser teoriya pêşkeftina aboriyê ders dide.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyekî siyasî û zana di mafê pirsgirêka gelê Kurdistanê da dihat nasîn û dewletên ewropî di vê xusûsê d dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Di 11 Adara 1970an da dema di navbera Serok Barzanî û Saddam da bo xweseriya Kurdan peyman tê çêkirin aramiyek heye di warê siyasî da û ew jî wê deme li Bexdê bicih dibe û dibe Birêvebirê Plansaziya Dewletê. Di 1970 an da bo Navenda Encûmana PDK-İ yê tê hilbijartin, di sala 1974an da jî dibe Sekreterê Giştî. Piştî şerê di 1974an da li hemberî Kurdan dîsa dest pê dike, ji Bexdayê vediqete û diçe Pragê.

Demekê li wir dimîne pêv, bi dawetiya dostên xwe yê Fransayê di sala 1976an da diçe li Parîsê bicih dibe û li Enstîtuya Neteweyî a Zimanên Rojhilatî da, dibe Mamostayê Ziman û Wêjeya Kurdî.

Bo amadehiyê Şoreşa Îranê partiya xwe ji nû da saz dike û di payiza sala 1978an da bi dizî vedigere Kurdistanê.

Demekê, Dr. Qasimlo ku Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-I) bû, diçe Avûstûrya bo li ser mafên Kurdan û otonomîya Kurdistana Îranê danûstandinan bi Hikûmeta Îranê ra bike.

Di sala 1989an (12 û 13. 06. 1989) sêyemîn car dema ku berdevkê Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (Serokê Îstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê da), Ceefer Sehrarûdî (Cîgirê Beşa Îstixbarata Hêzên Pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê da) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avûstûrya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket, Dr. Qasimlo hat şehîd kirin. Pişt ra her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer, nûnerê HDK-I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin