PeyamaKurd- Li navçeya Kerkûkê ya bi navê Hawîcê laşê çar kesan hatin dîtin. Hat ragihandin ku sê ji wan pêşmerge ne.
Çavkaniyeke Heşdî Şebî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku ji cenazeyan sê eydê pêşmergeyan e. Pêşmerge di sala 2014an de di êrîşên IŞÎDê de hatine şehîdkirin.
Nasnameyên cenazeyan jî li ser wan bûn û xwediyên wan ji bo cenazeyên xwe çûne Kerkûkê. Pêşmergeyên ku şehîd bûbûn û laşê wan hatî dîtin ev in: Ziyad Hawez Raşîd, Hoşeng Abdurrahman û Receb Hesen Şahîn. Cenazeyê dî jî eydê sivîlekî bi navê Huseyn Hadî Raşîd e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin