Lavrov: Cîhadî ji Idlibê derkevin ti kêse namîne

Lavrov: Cîhadî ji Idlibê derkevin ti kêse namîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser krîza Idlibê ya rejîma Sûrî û Tirkiyê ragihand, heger cîhadiyên tundrew ji Îdlibê derkevin, hemû kêşeyên Îdlibê dê çareser bibin.

Lavrov di civîna rojnamevanî ya li Munîh a Almanyayê de da xuyakirin, rêkeftina Rûsya û Tirkiyê jî li ser cudakirina hêzên tundrew û nermrê ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, rêkeftina di navbeyna Serokên Rûsya û Tirkiyê de jî, li ser vê bingehê ye, aliyên ku amade ne bi rejîmê re pêwendiyê deynin, divê ji yên tundrew bên cudakirin, ku Encûmena Asayîşa Navdewletî jî, ew wekî terorîst pênase kirine.

Lavrov da zanîn, piştî danîna xalên çavdêrîyê yên Tirkiyê, terorîstan ji pişt van xalan êrîşî sengerên Artêşa Sûriyê û binkeyên Rûsyayê kirine û ew jî bê bersiv nemane û artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê ew bêbandor kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin