Lavrov pistî hevdîtinan li Samê civîneke rojnamevanî li dar dixe

Lavrov pistî hevdîtinan li Samê civîneke rojnamevanî li dar dixe

PeyamaKurd - Kanala Sema ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi serdanekê gihîştiye paytexta Sûriyê Şamê û dê piştî hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyê re îro êvarê civîneke rojnamevanî li dar bixe.

Lavrov şeva borî ligel şandek rûsî ya Cîgirê Serokê Civata Wezîran a Rûsyayê Yurî Borisov jî da nav de ye, gihîştiye Şamê. Lavrov ji aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin.

Wezareta Derve ya Sûriyê da xuyakirin ku dê Cîgirê Serokê Civata Wezîran a Rûsyayê Yurî Borisov û Wezîrê Derve Welîd Muellim û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li saet 4ê êvarê civîneke rojnamevanî li dar bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî şanda Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) piştî îmzekirina lihevkirina bi Partiya Vîna Gel a Sûriyê ya bi seroktiya Qedrî Cemîl re, bi Lavrov re civiyabû.

Rayedarên Rûsî dibêjin, wê di civînên şanda rûsî ya Şamê de geşedanên li Sûriyê bi rayedarên Şamê re gotûbêj bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin