PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bal kişand ser pêşveçûna rejîma Sûriyê li Idlibê û got, serkeftina rejîmê li Idlibê neçariyek e.
Lavrov li 56. Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê derbarê Idlib a Sûriyê de daxuyanî dan û got, “Bi Tirkiyê re pêwendiyên me yên baş hene, lê ev nayê maneya ku em di her mijarê de hevnêrîn in. Ne mimkun e ti welatek di hemû mijaran de hevnêrîn be.”
Di berdewamê de jî Lavrov destnîşan kir ku dê rejîm li Idlibê bi ser bikeve û diyar kir, serkeftina Idlibê neçarîyek e ji bo rejîma Sûrî.
Wezîrê Rûsyayê herwiha derbarê zindîbûna DAIŞê de jî da xuyakirin, “Amerîkayê ragihand ku wan DAIŞ ji holê rakiriye, lê belê marê pirserî ji nû ve vegeriya.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin