PeyamaKurd- Duh li Êlihê di dema derbasbûna cemseya leşkerî de bombeyeke li ber rê hatibû teqandin û di encamê de 7 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û 2 leşker jî birîndar bûbûn. Êdî ji van leşkeran birindarekî dî jî jiyana xwe ji dest da.
Duh li navçeya Heskîfê ya Êlihê di teqînekê de 7 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn. 2 leşkerên birîndar jî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê. Duh bi şev ji van birîndaran Çawîşê Pispor yê bi navê Yahya Şen jî jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hijmara kesên kuştî giha 8an. Tedawîya birîndarê dî jî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin