PeyamaKurd – Navenda Lihevanîna Terefan ya Rûsyayê ya li Sûriyê ragihand ku êrîşên fuzeyî yên Îsraîlê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya ji aliyê Rûsya de hatiye hilberîn yên bi navên Pantsir-S û Buk-M2 ku di enwantera Sûriyê de qeydkirîne, ew fuzeyên ji aliyê Îsraîlê de hatine avêtin îmha kirine.
Cîgirê serokê navendê Vadim Kulit îro bo çapemeniyê ragihand ku Pantsir-S û Buk-M2 di envantera Sûriyê de qeydkirîne, 7 fuzeyên ji aliyê Îsraîlê de hatine avêtin îmha kirine. Kulit weha got:
“19 ê tîrmehê siet di navbera 23.39 û 23.51 an de 4 balafirên Îsraîlê yên F-16, di ser herêma El Tanfê de ku di destê Amerîka de ye, ketine seha hewayê ya Sûriyê û 8 fuzeyan avêtine nêzî bakûrê rojavayê bajarê Helebê. 7 fuze hatin îmhakirin. Ji fuzeyan yek ji wan li başûrê Helebê li bajarê Es-Sefirayê ketiye û zerarê daye navenda lêkolîna zanistê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin