PeyamaKurd - Bi sedema rêkarên bo xweparastin û belavbûna vîrusa koronayê li 15 bajarên Tirkiye qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ya 4 rojan îşev dest pê dike.
Qedexeya li 15 bajaran îşev 16ê Gulanê li demjimêr 00:00 heta 19ê mehê heman saetê berdewam dike.
Bajarên qedexe hatiye ragihandin ev in: Enqere, Balikesir, Bursa, Eskişehir, Dîlok (Entab), Stenbol, İzmir, Kayseri, Kocaeli, Konya, Manisa, Sakarya, Samsun, Wan û Zonguldak
Herwiha ji bo kesên temenê wan li ser 65 saliyê ne û ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve derketina derve ji wan re hatibû qedexekirin û piştre tenê rojên Yekşeman 3 saet destûr bo wan hatibû jî biryareke nû hat derxistin.
Li gorî biryara nû ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, vê hefteyê kesên temenê wan bi ser 65 salan de û kesên nexweşiyên kronîk bi wan re heye, roja Yekşemê ji saet 12ê nîvro heta 6ê êvarî wê bikarin derkevin derve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin