PeyamaKurd – Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku polîsên Tirk 5 kes bi tawana sîxuriya ji dezgeheke îstixbaratê ya Îranê re girtin.
Li gor ajansa nûçeyan DHAyê li Stembol, Antalya û Mêrsînê 5 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îranê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan, tawanbaran agahî li ser baregehên leşkerî yên Tirkiyê û deverên sereke berhev kirin, piştre radestî îstixbarata Îranê kirine.
Polîsê Tirkiyê ti zanyarî derbarê nasnameya tawanbaran de belav nekir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin