PeyamaKurd – Li welatê Afganistanê li payîtext Kabîlê li devera Dar-ul Amanê ber destê êvarê teqînekî çêbû. Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kabîlê Xalid Zadran ji çapemeniyê re ragihand ku di êrîşê de herî kêm 6 kes mirine û 13 kes birîndar bûne.
Zadran got ku êrîş ya xwekuştinê ye, birîndaran birine nexweşxanên nêz û lêpirsîna bûyerê destpêkiriye.
Hinek dezgên medyayê ragihandine ku bûyer di wexta ku mesaiya karkarên dewletê qediyaye, qewimiye û 12 kes mirine.
Heya niha kes li bûyerê xwedî derneketiye lê IŞİD carna êrîşê endamên dewletê û Hazarayên Şî’a dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin