Li Afxanistanê 20 endamên DEASê hatin kustin

Li Afxanistanê 20 endamên DEASê hatin kustin

PeyamaKurd- Li bajarê Cuzcanê, li navçeya Derzabê bo ser DEAŞê operasyon hat kirin û di encamê de 20 DEAŞî hatin kuştin û 3 sîvîl jî jiyana xwe ji dest dan.

Cîgirê waliyê Cuzcanê Abdurahman Mahmûdî peyamek da çapemeniyê û got ku baregeh û çeperên DEAŞê ji hewa û bejayiyê de bi operasyonan êrîş birine ser DEAŞiyan. Mahmûdî got ku di operasyonê de 20 endamên DEAŞê hatin kuştin û 16 ji wan jî birîndar bûn.

Mahmûdî got ku ji bilî 3 sîvîl hatine kuştin 15 kesên sîvîl jî birîndar bûne. Piştî operasyonê gelek deverên di destê rêxistinê de ketine destê hukumeta Afxanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin