PeyamaKurd – Li Afxanistanê li eyaleta Nûristanê bi sedema barana zêde, di lehiyê de jimara kesên mirin gihaye 60 kesan. Li gundê Kamdeşê ya bi ser eyaleta Nûristanê, di serî de 40 kes miribûn
Berdevkê parêzgeha eyaletê Muhammed Seyîd Mohmand ragihand ku li gor rapora gihaye destê wan, jimara miriyan 60 kesin lê difikirin ku jimar zêdetire. Berdevk ragihand ku bi sedema lehiyê 100 xanî xerab bûne.
Bi sedema herêm di destê Talîbanê de ye, Talîbanê jimara miriyan 150 ragihand û got ku tîmên xwe yên alîkariyê şandine ciyê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin