Li Almanyayê 7 kesên fînansorên DAISê hatin desteser kirin

Li Almanyayê 7 kesên fînansorên DAISê hatin desteser kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 31ê Gulanê di encama operasyoneke seranserî ya polîsan li Almanyayê, 4 jin û 3 zilam bi gumana fînansekirina çekdarên DAIŞ`ê yên li Sûriyê hatin desteser kirin.

Polîsên Almanyayê îro Çarşemê ji demjimêrên sibehê ve, bi ser 19 malên li seranserê Almanyayê de girt.

Hat diyarkirin ku yek ji kesên hatiye binçavkirin welatiyên Tirkiyê ye û her 7 kesên hatine binçavkirin, wekî navbeynkarên darayî yên torên fînansekirina çekdarên DAIŞê li Sûriyê kar dikirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin