Li Amedê Newroz îro tê pîrozkirin û gelê Amedê ji serê sibehê û pêde berê xwe da qada Newrozê. Coşa Newrozê zû dest pê kir. Jin û mêran cil û bergên xwe yên Kurdistanî li xwe kirin û birr bi birr bi baskî Parqa Newrozê ve herikîn.
Meydana Newrozê bi tevahî bûye “Kesk û Sor û Zer”. Li qada Newrozê bi gelek zimanên cuda nivîsên bi me’neya “Newroza we pîroz be” hatine nivîsandin û xemilandin.
Li derdora qadê polîsan tedbîrên ewlehiyê standine û ji sê deriyan gel derbasî qadê dibe. Di van her sê deriyan de polîs piştî lêgerînê, destûrê dide gel ku derbas bibin. Ji xeynî polîsan bi qasî hezar kesê ewlehiyê, ji aliyê Komiteya Organîzasyonê ve jî hatin wezîfekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin