PeyamaKurd – Li eyaleta New York a Amerîkayê ji aliyê serdozgeriyê û saziya polîs ve kampanyaya radestkirina çekên şexsî hat destpêkirin.
Li gorî kampanyayê li gorî cureya çekê wê ji bo her kesî çeka xwe radestî hêzên ewlehiyê bike, ji 50 heta 500 dolaran pere bê dayîn.
Serdozgerê New Yorkê bang li xelkê kiriye ji vê derfetê sûde werbigirin û ji bo kêmkirina tundiyê çekên xwe radest bikin.
Li aliyê din saziya polîsê New Yorkê jî kesên ku destpêkê çekên xwe rades kirin xelat kir û ji bo 25 kesan jî Ipad û komputer diyarî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin