PeyamaKurd- Berdevkê asayîşa Escambiyayê Amber Southard ragihand ku hêzên asayîşê li eyaleta Floridayê, kesekî ku bi sîlihan êrîşê Baregeha Hewayî ya li Pensakolayê kiriye, hatiye kuştin.
Şerîfê Escambiayê David Morgan jî got ku di enacama êrîşê de 3 kes jiyana xwe dane û 8 kes birîndar bûne. Birîndaran birine nexweşxaneyan. Kesê ku êrîş kiriye hatiye kuştin û ji aliyê asayîşê te ti arîşe nemaye.
Êrîş di poleka perwerdê ya ku perwerda deryayî dide çêbûye lê sedemê êrîşê hêj nayê zanîn. Baregeha Koşka Sipî ragihand ku serokê Amerîkayê Trump ji mijarê hatiye agahdarkirin û mijarê di şopîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin