PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kesên bi sedema nexweşiya vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane şîna neteweyî ragihand.
Trump li ser Twitterê ragihand ku alayên Amerîkî dê ji roja Înê pê ve sê rojan heta nîvî werin daxistin.
Alayên Amerîkayê dê roja Duşemê jî bo bîranîna kesên di artêşa Amerîka de nîvdaketî bin.
Li gorî amarên Zanîngeha Johns Hopkinsê tenê li Amerîkayê zêdetirî 1,500,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 95,000 kesan jî pê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin