PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Kocaeliyê li navça Körfezê di depoya benzînxanê de teqînekî çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlehiyê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Di encama teqînê de agir bi tesîsê ket lê sîstema vemirandina agir kir ku karibûn di wextekî kurt de agir vemirînin.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û her 4 birîndaran birin nexweşxanên der û dorê. Hat ragihandin ku di jiyana birîndaran de ti talûke tine.
Tîmên îtfaiyê û AFADê li deverê lêkolînan dikin da sedema teqînê bizanibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin