PeyamaKurd – Li bajarê Osmaniye ya Tirkiyê ku gelek Kurd lê dijîn, di navbera malbatê de munaqeşe destpêkir û çekan bikaranîn. Di encamê de 2 kes mirin û sê kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên li hev xistine birane û ji heman malbatê ne.
Bûyer li Osmaniye li taxa Gebeliyê çêbû. Dema agahiyê dan tîmên 112an û tîm çûn ciyê bûyerê, du kes li ciyê bûyerê hatibûn kuştin.
Tîmên 112an piştî mudaxele bi birîndaran kirin, wan birin nexweşxanê. Hat ragihandin ku kesên di qewimandinê de hatine kuştin û birîndarkirin birane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin