PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Selahaddînê li navça Şarkatê li bajarokê Tul e-Bacê DEAŞ ê êrîşê ser mala Suheyl Necm eş-Şemmeri kirin. Dema ketin nav baxçê wî, xwestin wî bikujin. Ragihandin ji aliyê şêwirmendê karên ewlehiyê yê parêzgeha Selahaddînê Kawe Şexabî de hat kirin.
Li ser agahdarbûna xelkê der û dorê, di baxçe de şerekî dijwar derket û di encamê de Suheyl Necm eş-Şemmeri jiyana xwe ji dest da û 5 endamên DEAŞ ê hatin kuştin.
Şexabi, ragihand ku hêzên asayîşê deverê xistine bin kontrolê û li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin