Li baregeha Eyn Esed a Amerîkî êrîseke mûsekî hat kirin

Li baregeha Eyn Esed a Amerîkî êrîseke mûsekî hat kirin

PayamaKurd- Grûpa Berxwedana Îslamî li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, wan îro danê sibê 4 mûşek avêtine binkeya leşkerî ya Amerîkayê li Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya Iraqê.

Li gorî daxuyaniyê, her 4 mûşek li armancên xwe ketine û “Êrîşkar bi silametî vegeriyane cihên xwe.”

Heta niha ziyanên vê êrîşên nehatine ragihandin, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) û rayedarên din ên Amerîkî bi fermî ev êriş piştrast nekirine.

Baregeha Eyn El-Esed mezintirîn baregeha leşkerî li Iraqê ye. Ji dawiya sala 2014an ve, hêzên Amerîkî lê ne û rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.

Ev êrîş piştî çend demjimêr bi ser serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken de derbas dibe tê kirin. Wê grûpa Îslamî berêjî gotibû ku eger Blinken serdana Iraqê bike, dê rewşê aloztir bike û divê balyozxaneya Amerîka li Bexdayê bê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin