PeyamaKurd – Parlementarê Iraqê piştrast û dubare kir, pêngavan ber bi ragihandina herêma federalî li Besrayê diavêjin.
Li gor Parlementerê Iraqê Udey Ewad diyar kiriye, li parêzgeha Besrayê ew ber bi pêngava ragihandina herêmeke federal ve diherin. Herwiha sedema wê yeke jî paşguhkirina parêzgeha Besrayê ye ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve.
Parlementer Udey Ewad ev axaftin di kongreyek rojnemevanî de kir û heta niha di navbera parêzgeha Besrayê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser dahata petrol û statuya Besrayê, tu danûstandin nehatine kirin.
Di axaftina xwe de Udey Ewad daxwaz ji xelkê Besrayê jî kir ku ligel biryara wan bin, piştevaniyê li biryara federalbûna Besrayê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin