Li Bexdayê bilindbûna dolar tê protestokirin!

Li Bexdayê bilindbûna dolar tê protestokirin!

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê ji ber zêdebûna dolar, xwepêşandan tên lidarxistin.

Li gorî agahiyan, bilindbûna bihayê dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê wê li ber Banka Navendî were protestokirin.

Hate diyarkirin, ji do ve li ser medyaya civakî banga tevlîbûna çalakiyê tê kirin.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê derbarê xwepêşandanê de daxuyaniyek da û eşkere kir, li ber deriyê Bankaya Navendî tedbîrên tund hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wê tu rê ji trafîkê re neyê girtin û eger xwepêşandan mezin bibin dibe ku hin rêyên sereke jî bên girtin.

Serokwezîr Muhammed Şîa Sûdanî Serokê Banka Navendî ji bo du rojan ji kar dûrxist. Digel ku bi biryarê bihayê dolar hinekî zêde bû, ji roja din ve dîsa bilindbûn berdewam kir.

Ji aliyeke din ve Balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanowski ragihand, Amerîka destêwerdanê di siyaseta darayî ya Iraqê û diyarkirina bihayê dolar li hember dînar de nekiriye, tenê ji bo pêşîgirtina li şûştina pereyan û qaçaxçîtiya dolaran bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin