PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li navça Menderesê di çayxaneyekî de şer derket û di encamê de 5 kes mirin ku 2 kes birîndar bûn. Bûyer ber destê êvarê çêbû. Li gor ragihandinê du grûbên ku di navbera wan de mesela deynan hebûye, çûne çayxanê û piştî axaftinê di nav xwe de pevçûne. Her dû teref jî çekan bikaranîne û di encamê de 7 kes bi demançan birîndar bûne.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê û dîtine ku kesên bi navên Timuçin Altınel, Süreyya Bayrak, Barış Coşgun, Rıdvan Bağcalı û Ozancan Doğan li ciyê bûyerê can dane. Kesên bi navên M.Y. û A.K. bi ambûlansan birine nexweşxanan.
Hêzên asayîşê lêpirsîna bûyerê dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin