PeyamaKurd - Li Komara Gel a Çînê, di bahozên ku li herêmên Dongming û Juancheng pêk hatin de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Çînî ragihandin ku di encama bahozan de 2 hezar û 820 xanî û zeviyên çandiniyê yên bi qasî 60 hezar hektarî jî ziyanê dîtine.
Li gorî nûçeya Şînhua, Buroya Rewşa Lezgîn a Bahozan ragihandiye ku piştî van herdu bahozan, egera bahozên din jî heye û ji ber vê yekê welatiyên van herêman hişyar kiriye.
Buroya Rewşa Lezgîn daye zanîn ku i ber bahozên li herêmên Dongming û Juanchengê herî kêm 5 kes mirine û 88 kes jî birîndar bûne.
Her wiha ji ber bahozê 2 hezar û 820 mal û zeviyên çandiniyê yên bi qasî 60 hezar hektarî jî ziyanê dîtine.
Li bajêr gelek rê, xetên av û elektrîkê têk çûne û di şert û mercên zor de, li herêmê xebatên lêgerîn, rizgarkirin û tamîrkirinê têne birêvebirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin