Li Çiyayê Kurdan hêzên Esed û komeke çekdar ser kir

Li Çiyayê Kurdan hêzên Esed û komeke çekdar ser kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Çiyayê Kurdan û devera Sehil El Gab a Sûriyê şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û koma El-Fetih El-Mubeen derket.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku îro 14ê Tîrmehê şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên alîgirê wê û koma çekdar El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan, li gundewarê Laziqiyê û Sehl El-Gab li gundewarê Hemayê derket.

Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyê navçeyên El-Fatîra, Felifel, Sefuhin û Benîn li Çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê û hin navçeyên din li Tadîl li gundewarê rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin