Li Dêrezorê li dijî DYA êriseke din pêk hat

Li Dêrezorê li dijî DYA êriseke din pêk hat

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li dijî baregeheke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Sûriyeyê êrîşeke din a mûşekî pêk hatiye.

Jêderên ji herêmê ragihandin ku mûşekên ku ji bo êrişê hatine bikaranîn li zeviyeke parzûngeha neftê ketiye.

Medyayên Sûriyeyê jî ragihandin ku li Dêrezorê, baregeha leşkerî ya DYAyê ya li zeviya neftê ya Omer bûye armanca êrişeke mûşekî.

Heda niha berpirsên DYAyî yên diplomatîk an jî leşkerî, di derbarê vê êrişê de ti daxuyanî belav nekirin.

Şeva borî li paytexta Iraqê Bexdayê, di encama êrişeke mûşekî ya frokeyên bêmirov a DYAyê de 2 serkirdeyên Heşdî Şabî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin