Li dijî dewleta Kurdan; Iraq û Sûriye jî têne cem hev!

Li dijî dewleta Kurdan; Iraq û Sûriye jî têne cem hev!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî çû paytextê Sûriyê Şamê. Caferî wê bi erkdarên Rejîma Sûriyê re hinek têkiliyan deyne.

Li gorî çapemeniya Iraqê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî çû Şamê. Caferî wê bi Serokomarê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtinekê pêk bîne.

Di derbarê ziyareta Caferî de, Parlamenterê koalîsyon Fetîhê Hamid Mûsewî got ku Caferî wê metirsiyên xwe yên di derbarê avakirina dewleta Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê de bi Esed re parve bike.

Di van rojên dawî de Rûsya tîne zimên ku Amerîka dixwazê bi destên Kurdan li Rojhilatê Firatê dewletekê ava bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin