PeyamaKurd- Duh li dijî HDPê û DBPê operasyonek hatibû despêkirin. Operasyonê îro jî dewam kir. Li şeş bajaran bi hev re operasyon hate lidarxistin û di encama operasyonê de 49 kes hatin binçavkirin.
Ji ber salvegera bûyerên 6-7ê Cotmehê, li dijî HDPê operasyon hate lidarxistin. Li şeş bajaran Serokê HDPê yê Êlihê Nîzamettîn Toguç di nava wan de, tevde 49 kes hatin binçavkirin.
Duh jî di operasyonên li dijî HDP û DBPê de li Îzmîrê 23, li Wanê 15, li Edenê 14, li Erziromê 15, li Mêrdînê 13, li Qersê 6 û li Mûşê 2; tevde 88 kes hatibûn binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin