PeyamaKurd- Hêzên dewleta Iraqê li Mûsilê li herêma çolê li dijî IŞÎDê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de 17 çeteyên IŞÎDê hatin kuştin 33 çete jî hatin êsîrkirin.
Serbazê Artêşa Iraqê yê bi navê Ahmed eş-Şuveylî di derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û got ku komeke IŞÎDê tixûbê Iraqê derbas kiribû. Artêşa me jî li dijî wan li herêma çolê li El-Hadrê operasyon kir.
Di encama şêrr de 17 çeteyên IŞÎDê hatin kuştin 33 çete jî hatin êsîrkirin. 2 leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ev çeteyên ku hatin kuştin, di dema operasyona Mûsilê de revîbûne Sûriyê.
Hêzên Iraqî piştî 3 salan di Temûza 2017an de ji Mûsil ji destê IŞÎDê derxistibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin