Li dijî konvoya NATOyê êrîs çêbû: “Kustî û birînar hene!”

Li dijî konvoya NATOyê êrîs çêbû: “Kustî û birînar hene!”

PeyamaKurd- Li Afganîstanê li Bakûrê Kabîlê li nêzîkî baregeheke Amerîkayê li dijî konvoyeke NATOyê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama êrîşê de 2 kesên sivîl hatin kuştin û 3 jê leşkerên NATOyê, tevde 5 leşker jî birîndar bûn.

Di derbarê bûyerê de Rêvebirê Ewlehiyê yê Pervanê Mahfûz Welîzade daxuyaniyek da. Welîzade di daxuyaniyê de got ku kesekî xwekujer di dema ku konvoya  NATOyê di ber baregeha Bagramê de derbas dibû de, xwe nêzîkî konvoyê kir û bombeya li ser xwe vedayî, teqand. Di encama teqînê de 2 kesên sivîl hatin kuştin û 3 jê leşkerên NATOyê, tevde 5 leşker jî birîndar bûn.

Talîbanê êrîş girte ser xwe û got ku gelek leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin